PEYMANGEHA RAGIHANDINÊ SERDANA ROJAVA TV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên Peymangeha bilind a ragihandinê yên zanîngeha Rojava serdana navenda televizyona me Rojava TV kirin.

Xwendekarên ragihandinê ji aliyê rêveber û kedkarên televizyona me ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de xwendekar li ser hemû beşên televizyonê geriyan. Her wiha xwendekaran awayê pratîkî yên xebatên ragihandinê ji nêz ve şopandin.

Mamoste û xwendekaran kêfxweşiya xwe anîn ziman û tekez kirin ku, ev serdanên weha ji bo wan gelekî bi sûd in.

Share This Article