hêzên dij madeyên hişbirê bi hevkariya Rêxistina Şawîşka ji bo rê li ber belavbûna Hişbirê bigre, semînerke li bajarê Qamişlo li dar xist.
Bi dehan şênî û endamên komînan li komîna şehîd Kadar ya Qamişloyê tevlî semînerê bûn.
Di semînerê de piştî deqeyek rêzgirtin, Gelek mijar hatin nirxandin, Mîna pirsgirêkên civakê û bandora madeyên hişbirê li ser civakê, tendirustiya kesên ku ji hişbirê xelas bibin û rola hêzên dijî madeyên Hişbirê di rêgirtina li ber van diyardeyan de.
Beşdarên semînerê diyar kirin ku belavbûna madeyên hişbirê di nava gel de, yek ji şerên taybete ku li dijî gelê herêmê tê bikaranîn.
Her wiha beşdaran anîn ziman ku pêwîste semînerên bi vî rengî li her derê werin dayîn.
