Yekîtiya jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansek ji bo daxwaza azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di bin dirûşemya “pêngava dê azadî bi Jin Jiyan Azadî bi ser bikeve” lidarxist.
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferansê de amade bûn.
Li ser navê Koordînasyona Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mîdya Mihemed axaftina destpêkê kir, piştre sînevisyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.
Dê mijarên konferansê li ser Wateya Azadiyê û nîqaşkirina awayên çareseriyê be, herî dawî jî dê daxuyaniya encamên konferansê derkeve.
Rêvebira Jinên Ciwan li Dêra Zorê Suha Ebd El-Ezîz ji Rojava Tv re ragihand ku dê nîqaş li ser hin mijarên din jî were kirin, ji wan jî Zayendperestî û êş û azarên jinan bi vê mijarê re, her wiha bikaranîna çekan li dijî jinan û şerê Taybet yê li dijî wê tê meşandin.
Suha Ebd El-Ezîz bang li hemû jinan kir ku li dijî mêjiyê baviksalarî bisekinin û civak û jinan bi pêş bixin.
BI ARMANCA DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YEKÎTIYA JINÊN CIWAN KONFERANSA XWE LIDARXIST
