Kongreya Îslama Demokratîk civînek bi sernavê “Rola ol di rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de” li bajarê Kobanê li dar xist.
Civîn bi beşdariya bi dehan ji oldarên herêmê li Mizgefra şerîe’a ya bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, Piştre ji rêveberên Meclisa Kantona Tebqayê ya Kongreya Îslama Demokratîk Îbrahîm Mihemed axivî û banga hevgirtina civakî kir.
Her di civînê de komkujiyên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê û çekdarên girêdayî wê yên di derheqê pêkhateyên sûriyê de û bêdengiya cîhanî û herêmî derbarî mijarê de hat nîqaş kirin.
Civîn bi parvekirina nêrîn û nirxandinên beşdaran bidawî bû.
