PLATFORMA ÇALAKIYÊN HEVBEŞ BERNAMEYA ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ EŞKER E KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyê xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan eşker e kir
Daxuyanî li stadgeha Şehîdên 12ê Adarê li bajarê Qamişlo hate xwendin û tê de hate gotin ku roja 25ê mijdarê roja bersiva hemû curiyên tundiyê ye her wiha qîrîna li dijî sîstemên zordest û hişmendiya mêrperst a desthildatdar û kapîtalîste ye
Her wiha Platformê di daxuyaniyê de ragihand ku dê ji îroj 13 heta 25ê Mijarê di bin dirûşmeya Li Dijî her Cureyên Tundî û Dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî dest bi rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25ê Mijarê re bikin.
derbarê mijarê de Endama Koordînasyona Kongra Star Nisrîn Doko ji RojavaTV re hûrgiliyên bernameya çalakiyan kir.

Share This Article