Kongra Star a taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê aşkera kir.
Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku dê çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve” ji îro ve û heya 8’ê adarê werin lidarxistin.
Der barê siyasetên desthilata Şamê de jî hate diyarkirin ku desthilata nû ya Şamê hewl dide jinan ji navendên avakirina birydaran dûr bixin û hate tekezkirin ku dê ev yek ti carî neyê qebûlkirin.
Li gorî bernameya çalakiyan, dê li kolanan pankart werin daliqandin, semîner werin dayîn, sînevîzyon werin pêşandan, nuqteyên leşkerî werin ziyaretkirin, civîn werin lidarxistin, belavok werin belavkirin û çend celebên din ên çalakiyan werin lidarxistin.
