XELKÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN BIRYARA DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ li herêmên Rêveberiya Xweser di zîndana de tên ragirtin.

li gorî çavdêr û şîrovekarên siyasî, hebûna van çeteyan di zîndanan de bêyî ku bi awayekî qanûnî werin dadgehkirin, ji bo tevahî cîhanê metirsî ye.

10’ê Hezîranê Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê dest bi darizandina DAIŞ’iyên biyanî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên têkildarî terorê, bike.

li ser mijarê rûspiyê eşîra el-sebxa yê ji bajarê Reqayê Mihemed Tirkî el-Soan got, hebûna DAIŞê li herêmê metirsiyek mezin çêdike.

Share This Article