XALID OMER: PÊWÎST E KUJERÊN ELEWIYAN WERIN DARIZANDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Parêzerên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê komkujiya li dijî elewiyên beravên Sûriyê, şermezar kir û banga hesabxwestinê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, kiryarên ku hêzên deshilata Şamê derheqê pêkhateya Elewî de dikin, zagonên mirovî û exlaqî derbas kirine.
Her wiha anîn ziman ku ji ber êrîşan gelek sivîl hatin kuştin, koçberkirin û malên wan hatin talan kirin.
Di dawiyê de yekîtiyê bang li hêzên navnetewî û hiqûqî kir ku van kiryarên dijmirovî rawestînin û hesab ji sucdaran bixwazin.

Share This Article