Xelkên taxa şêxmeqsûd yên Helebê, ji bo şehîd Şiyar Efrîn ku li herêmên parastinê yên medyayê şehîd bibû, merasîmeke sersaxiyê li dar xistin.
Merasîm bi beşdarbûna xelkên taxa şêxmeqsud, endamên meclisa malbatên şehîdan, hêzên YPG’ê û YPJ’ê hat lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir. Piştre axaftin hatin kirin û hate gotin ku şehîd Şiyar bi sekna xwe ya milîtaniya Apoyî û hevrêtiya xwe ya xurt mohra xwe di dîroka têkoşînê de nivîsand.
Her wiha beşdaran soza tolhildana şehîdan û pêkanîn armancên wan nû kirin.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Merasîm bi dirûşmeyên şehîd namirin bi dawî bû.
