KONGRA STAR LI KOBANÊ ŞEHÎD ZÎLAN BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Kongar Star a Herêma Firatê bi boneya 27’emîn salvegera Şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) îro civînek li dar xist.

Civîn li Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê bi amadebûna bi sedan jin û xelkên Herêmê hat lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin ji aliyê Endama Kongra Star Rûdem Ehmed ve hate kirin û hate gotin , Şehîd Zîlan bi eşqa azadî û soza avakirina civakeke azad canê xwe feda kir.

Piştre nasnameya şehîd Zîlan hat xwendin û Sînevîzyonek jî li ser jiyana şehîd Zîlan hat pêşkêşkirin.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû

Share This Article