Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li kantona Reqayê û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku, ji bo pêkanîna aştî û çareseriyeke demokratîk, danûstandina demokratîk rêbaza bingehîn û rast e.
Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê rêzeçalakî û daxuyanî hatin lidarxistin û dayîn.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li kantona Reqayê îro derbarê vê boneyê de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Meclisê de hat gotin ku, aştî ne tenê dirûşmeke, lê belê daxwazeke adile ku maf û pêşeroja gelan misoger dike.
Meclisê her wiha diyar kir ku, Ji bo pêkanîna aştiyê, divê di serî de civaka demokratîk a li ser esasê edalet, wekhevî û mafê jin were avakirin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li kantona Reqayê di dawiyê de tekez kirin ku, azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û hevdîtina li Îmraliyê, her wiha naskirina mafên gelan , tekane rêyên aştiyê ne.
Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê jî bi daxuyaniyekê anî ziman ku, ji bo pêkanîna aştî û çareseriyek demokratîk, danûstandina demokratîk rêbaza bingehîn û rast e.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê her dem tê bikoşe.
Çalakiyên xwendina daxuyaniyanbi dirûşmeyên “Bijî Roja Aştiyê ya Cîhanî”, “Na ji şer û kuştina mirovan re”, “Erê ji biratiya gelan re” bi dawî bû.
