Partiyên siyasî yên kantona Firatê bi daxuyaniyekê Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923an de hatibû îmzekirin şermezar kirin û banga betalkirina encamên Peymanê kirin.
Partiyan di daxuyaniya xwe de gotin, Peymana Lozanê bû sedema parçekirina erdnîgarî ya Kurdistanê, jiholêrakirina nasnameya neteweyî ya Kurd û kûrkirina zordariya siyasî û çandî ku heta roja îro jî berdewam dike.
hat destnîşankirin ku derbasbûna zêdetirî sedsalekê ji îmzekirina Peymana Lozanê dê nikaribe mafên gelê Kurd înkar bike û daxwaza wan a sererastkirina vê şaştiya dîrokî bi dawî nake.
Partiyên siyasî yên kantona Firatê di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên yasayî kirin ku encamên Peymana Lozanê betal bikin. Her wiha banga bilindkirina berxwedanê li aliyên kurdî kir.
