Bi armanca perwerdekirina jinan li ser fikrê demokrat û naskirina rastiya xwe ya civakî, Akademiya Şehîd Şîlan a girêdayî Kongra Star a bajarê Kobanê perwerdeyeke ji jinan re vekir.
Dewreya perwerdeyê, bi navê dewreya Ş.Avrim Ocelan hate lidarxistin û tê de 22 jinên ji tevhaî saziyên Kobanê beşdar bûn.
Di perwerdeyê de, waneyên bîrdozî yên li ser (Rastiya Seroketî, Dîroka Kurdistanê, Dîroka Jin û PKK’ê), li gel wê waneyên Rêbaz û Xîtab, Rexne û Rexnedayîn tên dayîn.
Akademiya Şehîd Şîlan diyar kir ev dewre dê heya mehekê berdewam bike.
