Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê îro civîna xwe ya salane li bajarê Qamişloyê li dar xist.
Bi dehan endamên desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Cîbicîkar û mamoste li avahiya desteya perwerdeyê ya li Qamişlo beşdarî civînê bûn.
Di civînê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, rapora 2 salan ya karûxebatên desteyê hate xwendin.
Piştre mijarên weke astengiyên li pêşberî perwerdeyê, rêbazên çareserkirina pirsgirêkan û pilanên pêşketina sektora perwerdeyê hatin nîqaş kirin.
Beşdarên Civînê tekez kirin ku pêşvebirina zimanê dayikê stûneke bingehîn e ji bo avakirina civakeke hevgirtî ku dikare ber bi pêşerojeke aramtir ve biçe.
Civîn bi vekirina deriyê nîqaşan bi dawî bû.
