KOMBÛNA JINÊN ZENÛBYA YA MINBICÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kombûna Jinên Zenûbya ya kantona Minbicê duh civîna xwe ya salane li dar xist û rewşa kombûnê nîqaş kir.

Di civînê de teqezî li ser aktîvkirina xebatên kombûnê û danîna projeyên ji bo jinan hate kirin.

Civîna salane ya Kombûna Jinên Zenûbya ya kantona Minbicê di nava nîqaşên germ û pêşnîyarên ji bo xurtkirina kar, bi rê ve çû.

Civîna salane bi beşdariya xebatkarên kombûnê û nûnerên saziyên jinan, li Minbicê hat lidarxistin.

Di civînê de karûxebatên kombûnê yên di nava salekê de, rewşa wê ya rêxistinî û astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin, hat nîqaşkirin.

Kombûna Jinên Zenûbya ji bo başkirina rewşa jinan û zêdekirina derfetên kar li pêşiya wan, nexşerêyeke nû saz kir.

Piştî rizgarkirina kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê jinan di hezîrana sala 2021’ê de Kombûna Jinên Zenûbya damezirandin ku niha ew bûye sîwan û lêvegera tevahî jinan.

Share This Article