KONFERANSA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ DÊ ROJA ÎNÊ WERE LIDARXISTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Derbarê Konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Berdevka komîteya amadekar a Konferansê Xûd El-îsa ji Rojava Tv re behsa hurguliyên Konferansê kir.
Xûd El-îsa diyar kir ku di konferansê de, dê careke din hevgirtina pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were tekezkirin.

Konferansa pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku beriya demekê amadekarî jê re dihatin kirin, dê roja Înîyê li bajarê Hesekê were lidarxistin.

Derbarê vê mijarê de Berdevka komîteya amadekar a Konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xûd El-îsa ji Rojava Tv re behsa hurgiliyên Konferansê kir.

Xûd El-îsa diyar kir ku, di konferansê de dê careke din hevgirtina pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê sûriyê were tekezkirin.

Li ser van geşedanên ku di demên dawiyê de li sûriyê rû didin bi taybetî piştî rûxîna rêjîma Baesê û ji bo tekeziya li ser yekîtiya axa sûriyê û hevgirtina tevahî pêkhateyên ku ji demên kevin de bi hev re jiyan dikin, Konferansa pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê were lidarxistin.

Ev Konferans wê bibe bersiv ji êrîşan û şerên taybet û gotarên kînê yên ku di nava civaka sûriyê de belav dibe.

her wiha wê bibe piştgirek ji bo hevgirtina tevahî pêkhateyên sûriyê yên ku bi sedên salan e bi hev re dijîn.

Xûd El-Îsa di nava axaftinên xwe de anî ziman ku, ev konferans dê li ser pêşinyar û daxwaza pêkhateyên herêmê were sazkirin.

Ji bo lidarxistina konferansê amadekarî ber bi dawiyê ve diçin û dê careke din hemû pêkhateyên herêmê bi hev re piştrast bikin ku, ew dikarin bi yekîtiyê hemû planan têk bibin.

Share This Article