LI SERANSERÎ HERÊMÊ HEBÛNA KUJERÊ HEVRÎN XELEF YA LI ŞAMÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meş û daxuyaniyên cuda beşdarbûna kujerên siyasetmedar Hevrîn Xelef ya di Sûriya nû de hate şermezarkirin.

Di çalakiyan de daxwaza cezakirina serçete Ebû Hatim Şeqra û tevahî kujerên gelê herêmê û Sûriyan hate kirin.

Nerazîbûnên li hember beşdarbûna kujerên siyasetmedar Hevrîn Xelef ya di Sûriya nû de zêdetir dibin.

Kongra Star ji bo şermezarkirina hebûna Ebû Hatim Şeqra ya di merasîma qaşo kongreya serkeftinê de meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xist.

Meş bi rakirina wêneyên Şehîd Hevrîn Xelef ji qada Şehîd Azad dest pê kir û li qada Şehîdan ya bajêr veguherî mitîngê.

Li wir axaftin hatin kirin û banga darizandina kujeran hate kirin.

Meclisa Dada Civakî ya kantona Firatê bi daxuyaniyekê hebûna Ebû Hatim Şeqra ya di Sûriya nû de şermezar kir.

Meclisa Dada Civakî got, beşdarbûna kujeran di nava vê pêvajoyê de bi ti awayî nayê pejirandin û li dijî yasayên navdewletî ye.

Her wiha bang li saziyên navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bike û kujerên siyasetmedar Hevrîn Xelef dadgeh bike.

Li aliyekî din Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê jî daxuyaniyek da û bûyer bi tundî şermezar kir.

Meclisê got, Ebû Hatim Şeqra û serçeteyên din di derheqê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dehan komkujiyên hovane pêk anîne.

Her wiha da zanîn ku, Şehîd Hevrîn Xelef ji bo Sûriyeke azad têdikoşiya, lê ji aliyê Şerçete Ebû Hatim ve hate şehîdxistin.

Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê got, destê Ebû Hatim Şeqra di rijandina xwîna Sûriyan de heye û dîrokî wî bi komkujî û qetilaman dagirtiye.

Meclisê banga cezakirina kujeran û pêkanîna edaletê kir.

Share This Article