Endamê Nivîsgeha Têkliyên MSD’ê “Imran El-Seyid” ji Rojava TV re diyar ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi kiryarên xwe, peymana 10’ê Adarê ya di navbera serokê xwe û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî paşguh bike
“Imran El-Seyid” got, Rêveberiya Xweser dikare ji aloziya Sûriyê re bibe bersiv.
Di 10’ê Adara îsal de, di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD Mezlûm Ebdî û serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed El-Şari de, peymanek hat îmzekirin.
Peymanê çend xalên girîng ku li ser Hikûmeta Veguhêz ferz dibe ku wan pêk bîne hewandin.
Lêbelê, hikûmetê ta niha hewl dide peymanê paşguh dike.
Endamê Nivîsgeha Têkliyên MSD’ê “Imran El-Seyid” ji Rojava TV re diyar ku hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, peymana 10’ê adarê paşgud dike.
Imran El-Seyid destnîşan kir ku nimûneya Rêveberiya Xweser dikare ji aloziya Sûriyê re bibe bersiv û civakeke saxlem ava bike.
Yek ji bendên herî berbiçav ên peymana 10’ê Adarê, vegera bi ewle ya koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bo deverên xwe ye.
Lê heta niha Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê gavên cidî di vî warî de neavêtine.
