KONFERANSA 6’EMÎN YA MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A CIZÎRÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

konfiransa 6’emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê ya bi encamnameyekê û hilbijartina hevserokên nû bi dawî bû.‎

Di konferansê de zêdetirî 600 delegeyên ji bajar û bajarokên kantona Cizîrê amade bûn, rapora 2 salan ‎a meclisê hat xwendin û nirxandin li ser kar û xebatên meclisê hate kirin.‎

Di konferansê de Mahsûm Hesen û Armanc Ehmed wekî hevserokên nû yên meclisa malbatên şehîdan ‎a kantona Cizîrê hatin hilbijartin. ‎

Konferans bi gelek encamnameyan bi dawî bû, ji wan dibistan ji zarokên şehîdan re werin vekirin, ‎tevahî kesên di meclisê de ne di dewreyên vekirî û girtî re derbas bin, malbatên şehîdan pêşengê ‎civakê di şerê gel ê şoreşgerî de ne.‎

Share This Article