‎KOÇBERÊN EFRÎN-ŞEHBA LI KANTONA REQA TÊN PÊŞWAZÎKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

rêveberiya xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê koçberên efrîn – şehba li kantonên reqa û tebqa pêşwazî dike û li herêmê bicih dike.
şaneya kirîzê ya kantona reqa jî koçberan li lîstikgeha beledî ya reqa kom dike, agahiyên wan werdigre û wan li dibistanan bicih dike.
heta niha koçber li 60 dibistanên reqa hatine bicihkirin û pêwistiyên wan hatine bicihanîn.
heta niha zêdeyî 20 hezar koçber li kantonên reqa û tebqa hatine bicihkirin.
li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi giştî 100 hezar koçber hatine pêşwazîkirin.

Share This Article