Piştî paşxistina wê ya destpêkê, komîteya amadekar a pîrozbahiyên Newrozê, amadekariyên pîrozbahiya Qamişlo, ku dê sibê pêk were, ji nû ve dest pê kir.
Şahiya destpêkê diviyabû ku di 21’ê Adarê de li devera Hîmo ya li têketina bajarê Qamişlo pêk bihata. Lê belê, şert û mercên hewayê rê li ber vê yekê girtin.
Komîteya amadekar Stadyuma 12’ê Adarê wekî cihê nû ji bo şahiya sibê hilbijartiye û dê di saet 10:00’ê sibê de programa şahiyê dest pê bike.
Li gorî bernameyê, hejmarek ji komên muzîkê û komên govendên gelêrî dê beşdar bibin. Tê payîn ku bi hezaran welatiyên Qamişlo û deverên derdorê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
