GIRTINA RÊYA DÊR HAFER-HELEB REWŞA MIROVÎ LI HERÊMÊ DIXE METIRSIYÊ

Rojava Tv
2 Min Read

Biryara ji nişka ve ya hikûmeta Sûriyeyê ya girtina rêya Dêr Hafer-Helebê, rewşa mirovî û tenduristî ya bi sedan welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xiste metirsiyê û bû sedema gazina weltiyan.

Welatiyan Reqayê der barê vê yekê de ji Rojava Tv re gotin: “Nabe ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyê jiyana welatiyan bixe bazarê siyasetê”

Di sibeha 27’ê Îlonê de, Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê dergeha Dêr Hafer-Helebê girt û rê li ber her cûre tevgera sivîlan û ketin û derketina kelûpelan asteng kir.

Ji wê demê ve, li herêma Bakur û Rojhilat Sûriyê rewşa mirovî û civakî xirabtir dibe û gelek nexweş neçar mane ku venêrîna xwe ya tenduristî taloq bikin.

Di vî warî de, welatiyên kantona Reqayê destnîşan kirin ku girtina rê bûye sedema xirabûna şert û mercên jiyanê, û dike ku rewşa bi hezaran nexweş bikeve metirsiyê.

Ji aliyê xwe ve, hevserokê Yekîtiya Ajokarên kantona Reqayê, Wedah El-Cirêcib, rave kir ku girtina rê ajokar neçar kirin ku di rêyên metirsîdar re derbas bibin, ev yek jî xetereyek mezin li ewlehiya giştî û jiyana rêwiyan çêdike.Bi girtina berdewam a dergehan, tirsa ji krîza mirovî û aborî ya xerabtir li herêmê zêde dibe. Di heman demê de, welatî hêvî dikin ku çareseriyên pêşerojê di serî de mirovî bin û jiyana sivîlan di ser hemû fikarên siyasî re bin.

Share This Article