Komxebata Siyasî ya Şehba bi dirûşma ” Veger maf e, nayê jibîrkirin û dev jê nayê berdan” ku duh li Reqayê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de hate gotin, Mafê vegera xelkên Şehbayê bo deverên wan mafekî rewa ye û nayê jibîrkirin.
Her wiha hate diyarkirin, divê peymana 10’ê adarê were cîbicîkirin û projeyên guhertina demografya herêmê jî werin rawestandin.
Di encamnameyê de hate gotin, divê hikûmeta veguhêz û aliyên navdewletî erkên xwe yên li hember koçberan pêk bînin.
Di dawiyê de ji bo şopandina encamên Komxebata Şehbayê, komîteyeke şopandinê hate avakirin.
