KOMXEBATA ROJHILATA NAVÎN A JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Komxebata Rojhilata Navîn a ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Ocalan li Reqayê doh bi encamnameyekê bi dawî bû.

Tê de bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku yekser li hember siyasetên tecrîdê li ser rêber Ocalan tev bigerin.

Di encamnameya komxebatê de teqezî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêya fikrê rêber Abdullah Ocalan û sepandina aştiyê li Rojhialta Navîn hat kirin.

Her wiha tekezî li ser Lidarxistina kongreyan û komxebatan li ser asta herêmî û navneteweyî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û Avakirina yekitiya parêzeran li ser asta Rojhilata Navîn ji bo eşkerekirina sûcên derqanûnî yên li ser gelên Rojhilata Navîn di şexs û fikrê rêber Ocalan de tên kirin.

Her wiha Lidarxistina çalakiyan ji bo dozên rêber Ocalan bigihînin dadgeha edlê ya navneteweyî.

Share This Article