Têkildarî salvegera 26’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO siyastmedarên kantona Reqayê gotin, komploya 9’ê Cotmehê li dijî doza gelê Kurd pêk hat.
Her wiha siyasemedaran soza bilindkirina têkoşînê heta azadiya Rêbertî dan.
9’ê Cotmeha 1998’an di dîroka mirovahiyê de rojeke reş e.
Hêzên komploger û dagirkerên Kurdistanê di wê rojê de li hev civiyan û li dijî Rêber APO dest bi komployê kirin.
Komploya navneteweyî di 9’ê Cotmehê de bi derketina Rêber APO ya ji Sûriyê dest pê kir, heta ku di 15’ê sibata 1999’an de radestî dewleta Tirk hate kirin.
Hevserokê Ofîsa Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Umro Diyab komploya navneteweyî şermezar kir û got, rêber apo bi felsefeya xwe komplo têk bir.
