BI HEZARAN ŞÊNIYÊN​​​​​​​ QAMIŞLO LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo Ji Bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan daketin qadan

Meş ji çerxerêya Cotkaran a naverasta bajarê Qamişlo ber bi navenda hêzên Rûsyayê ya li balafirgeha Qamişlo ve dest pê kir.

Di meşê de wêneyên şehîdên êrişa çekên kîmyewî, diruşmeyên “Na ji êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla re” hatin berzkirin.

Meş li ber navenda Rûsyayê veguherî mîtîngê,û axaftin hat kirin .

Li ser navê Kongra star a kantona Qamişlo Şeha Xelîl û li ser navê pêkhateyên Ereb Hisên Sada axivîn êrîşên li ser gerîla şermezarkirin.

Meş bi duruşmeyên “şehîd namiirin “,”berxwedan jiyane ” bi dawî bû.

Share This Article