KOMÎTEYA SOTEMENIYÊ LI HESEKÊ BELAVKIRINA MAZOTÊ BERDEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya sotemeniyê Bi hemahengiya encumen û komînanînên bajêr di belavkirina mazotê ji cotmehê ve li ser welatiyên bajêr didomîne.

Şêniyan jî daxwaza zêdekirina miqdara mazotê kirin.

Di meha cotmehê de belavkirina mazotê li xelkên bajarê Hesekê û herêmên başûr û bakurê bajêr hate despêkirin.

Bi hemahengiya di navbera Komîteya sotemeniyê û encumen û komînên bajêr de belavkirina mazotê li welatiyan didome.

Endamê Komîteya Aborî ya Encumena Navçeya Bakurê hesekê Alçî Xalid diyar kir ku çend roj mane ku xebata belavkirina madeya mazotê li bajarê Hesekê bi dawî bibe.

Şêniyên taxa Miftî gotin ku îsal qalîteya mazotê ji ya sala borî baştire û hêvî kirin ku madeya mazotê ji bo wan bê zêdekirin.

Komîteya Sotemeniyê bi awayekî birêxistinkirî sahrîcên mazotê ji Encumen û komînan re rê dike da ku ji her malbatekê re 300 lître bi buhayê 48 hezar lîreyên sûrî belav bike.

Share This Article