KONGREYA MSD’Ê DI NAVA NÎQAŞ Û PÊŞNÎYARÊN GERM DE BI RÊ VE ÇÛ:XEBAT MIHEMED – ENDAMÊ MSD’Ê

Rojava Tv
1 Min Read

Têkildarî çaremîn kongreya MSD’ê, endamê MSD’ê Xebat Mihemed diyar dike ku MSD’ê sîwan û lêvegera siyasî ya tevahî Sûriyên azadîxwaz e.

Her wiha çalakvanê siyasî Mislim Ehmed rola MSD’ê ya di çareserkirina aloziya Sûriyê de giring û erênî nirxand.

Di nava nîqaşên germ û vedîtina rêyên çareserkirina aloziya Sûriyê, duh Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê kongreya xwe ya çaremîn li kantona Reqayê li dar xist.

Kongreya ku nûnerên alî û partiyên cuda tê de beşdar bûn, bi encamnameyekê ku teqeziyê li ser aktîvkirina dîyaloga Sûrî- Sûrî dike, bi dawî bû.

Endamê MSD’ê Xebat Mihemed diyar dike ku MSD’ê sîwan û lêvegera siyasî ya tevahî Sûriyên azadîxwaz e.

Çalakvanê siyasî Mislim Ehmed jî rola MSD’ê ya di çareserkirina aloziya Sûriyê de giring û erênî dinirxîne.

Di demekê de ku aloziya Sûriyê her ku diçû kurtir dibû, Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD’ê di 9’ê kanûna 2015’an de li bajarê Dêrikê hate avakirin.

MSD’ê di encamnameya kongreya xwe ya çaremîn de piştrast kir ku di sala dahatî de ew ê xebatên xwe berbelavî tevahî herêmên Sûriyê bikin.

Share This Article