KOMÎTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ Û XEBATÊ YA BAJARÊ REQAYÊ PROJEYÊN NÎVÊ VÊ SALÊ EŞKERE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê ya bajarê Reqayê hejmarek proje û destpêşxeriyên di nîvê yekem ên salê de eşkere kir.

Projeyên ku komîteyê di nîvê yekem ji sala 2023’an de pêk anîbû, organîzekirina kampanyayên belavkirina alîkariyên mirovî li ser hin malbatn bû.

Her wiha komîte amadekariyan dike ku navendek piştgiriya civakî ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet ava bike.

Cîgirê hevserokatiya Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê Ehmed El Ehmed ji Rojava TV re axivî.

Ehmed anî ziman ku ji pirojeyên wan ên civakî pirojeya çêkirina kampa El Ednaniye Li Rojavayê bajarê Reqayê ji bo birêxistinkirina kampên li gundewarên Reqayê ye.

Share This Article