KOMÎTEYA JIN A DESTEYA PERWERDEYÊ CIVÎNA XWE YA SALÊ LI REQAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Komîteya Jin a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê îro civîna xwe ya salê li dar xist.
“mamosteyên jin roleke sereke di avakirina civakan de dilîzin” dirûşma civînê bû.
di civînê de, Hevseroka MSD, kombûna jinan a zenûbya û endamên desteya perwerde û fêrkirinê, beşdar bûn.
Her di civînê de, rewşa siyasî ya heyî û pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû ye, rewşa rêxistinî ya di nav saziyên perwerdehiyê de, rastiya jinan û rola wan a pêşeng hatin nirxandin.
Paşê sînefizyonek li ser xebat û destkeftiyên Desteya Perwerdeyê ji beşdaran re hat pêşandan.
Civîn bi çend encamnameyan bi dawî bû, ji xalên sereke yên encamnameyê, vekirina Baxçeyê zarokan, Destpêkirina dewreyên perwerdehiyê yên vekirî, lidarxistina civînekê ji bo koordînatorên jin yên di nav dibistanan de.

Share This Article