KOMELEYA MAHABAD SERSAL BI ŞAHIYEKÊ LI NERWÊC PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya Serê Salê Komeleya Mahabad a Kurd li Nerwêcê Şahiyêk ji Kurdên her çar aliyên Kurdistanê yên ku li Nerwêcê dimînin li dar xist.

Şahî bi amadebûna bi dehan Kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê, endamên Komeleyên û Hunermedên Kurd wekî Necman Sindî, Dilsoz Can û Dildar Zîbarî hat li dar xistin.

Di şahiyê de hunermendan stranên Kurdî pêşkêş kirin û beşdaran jî li ber govand gerandin.

Her di şahiyê de piştgirî ji bo Rojavayî Kurdistanê û bi destxistina mafên Kurdan yê rawa hat dayîn.

Share This Article