Xelkên Tebqayê şehîdên Akademiya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê yên ku di bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn, bi bîr anîn.
Merasîma bîranîna 29 şehîdên Asayîşê bi beşdariya malbatên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweser li hola navenda çandê ya Tebqayê hat lidarxistin.
Di merasîmê de hevserokê Encumena Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axivî û got: “Em bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên ku di oxira pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê de canê xwe feda kirin, ditewînin.”
Her wiha şanoyek derbarê fedekariyên şervanan de hat pêşkêşkirin û helbestvan Ferhadê Merdê jî helbest li ser şehîdan xwend.
