Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, piştî qedandina xebatên nûjenkirin û çaksazkirinê “Nexweşxaneya Gel” li bajarê Qamişlo vekir.
Kamerayên Rojava TV vekirina nexewşxaneyê şopand û nerînên welatiyan û bijîşkan di der barê vê bûyera girîng de veguhest.
Ji ber rola xwe ya giring di pêşxistina sektora bijîşkî û dabînkirina xizmetên bijîşkî yên guncaw ji welatiyan re, Rêveberiya Xweser bê westan dixebite da ku binesaziya avahiyên bijîşkî pêş bixe û yên ku di dema desthilatdariya hikûmeta berê de paşguh bibûn, nûjen bike.
Li ser vê yekê, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, dest bi nûjenkirina Nexweşxaneya Netewî ya li bajarê Qamişlo kir û bi navê “Nexweşxaneya Gel” ji nû ve vekir, da ku jinûve bikeve xizmeta welatiyan.
Ragihandina vekirina Nexweşxaneya Gel, kêfxweşiyek berfireh di nav welatiyan de çêkir, û wekî gavek erênî ku gel bê sebr li bendê bû, bi nav kirin.
Nexweşxane di nav xwe de 12 beşan dihewîne û dê ji hêla kadroyeke bijîşkî ya pispor li gel komeke mezin ji hemşîreyan were birêvebirin.
Nexweşxane 220 nivîn, 5 ambulans û dermanxaneyek tijî dermanên pêwîst dihewîne.
Hemû xizmet li nexweşxaneyê bêpere têne peydakirin, ji bilî beşa tomografiya û rezonansa manyetîk, ku dê tenê 25% ji bihayê asayî, ji nexweşan werbigre.
