7’emîn festîvala Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê di roja xwe ya çaremîn de li bajarê Qamişlo didome.
Duh di roja sêyem a festîvalê de her du şanoyên bi navên Heft rojên Komedî û Henîn li ser dika şanoyê ya navenda Mihemed Şêxo hatin pêşandan.
Di şanoyan de behsa keysbaziya rêxistinên mirovî û têkoşîna jinan ya li hember wan hate kirin.
Her wiha bal li ser diyardeya zewaca temen biçûk û zirarên wê jî hate kişandin.
Îro jî dê du şanoyên cuda bên pêşandan.
