Bi sedan Şêniyên kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 şervanê Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê oxir kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hisên Xelef El Elî 26’ê Îlonê dema erka xwe ya parastinê bi cih danî, şehîd bû.
Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Hisên El Ehmed û Îsamîl Mihemed El Ebid jî di heman dîrokê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Erka Xweparastinê û Kongreya Îslama Demokratîk ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyê şehîdan di nava diruşmeyên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.
