Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd pêşangehek wêne û kardestiyan ên zarokên bi nexweşiya talasîmyayê li parka Azadî ya Qamişloyê vekir.
Bi serenavê ” Bi destên biçûk hêviyê diçînin, Bibin beşek ji vê hêviyê ” pêşengeh hat vekirin.
Bi dehan nexweşên talasîmya û malbatên wan, endamên Heyva Sor a Kurd, saziyên sivîl û rêxistinên mirovî li hola Parka Azadî beşdarî pêşengehê bûn.
Di pêşengehê de axaftin ji aliyê Rêveber û bijîşkên Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd ve hate kirin.
Axêveran diyar kirin ku armanca wan ji vê pêşengehê zêdekirina baweriya zarokan bi xwe û nîşandana behreyên wan e.
Piştre sînevîzyoneke li ser ezmûnên zarokan û malbatên wan bi vê nexweşiyê re û hewldanên destekkirina wan hat pêşandan.
Pêşengeh bi şopandina berhemên nexweşên Talasîmyayê bi dawî bû.
