ŞANDEYA TEVGERA NIFŞÊ NÛ: SERKEFTINA ROJAVA SERKEFTINA HER ÇAR PARÇEYAN E

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şandeya Tevgera Nifşê Nû ku hatiye Rojava, serdana sazî, partî, birîndar û gel kir. Şandeyê li Qamişloyê daxuyaniyek da û got Em hemû bi dil û can bi hev re li kêleka şoreşa Rojava ne.

Şandeya Tevgera Nifşê Nû îro serdana PYD’ê, Şandeya Kurdî, Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê, birîndarên êrişên hovane yên çeteyên hikumeta demkî, şêniyên ku taxan diparêzin û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê kir.

Şande ji parlemanter Şivan Seyîd, Mehdî Xakî û Daryoş Elî pêk tê.

Şandeyê piştî hevdîtina bi PYD’ê re li navenda PYD’ê daxuyaniyek da û got, Li her devera Kurdistanê û derveyî welat erkeke me ya mirovî, wijdanî ye ku em li cihê xwe piştgiriya berxwedana Rojava bikin. Gelê Rojava gelê me ye, ziman, çand, neteweya me yek e.

Şandeyê gera xwe bi serdanan Rêveberiya Xweser bi dawî kir û dê îro vegere Başûrê Kurdistanê.

Share This Article