LI DIJÎ KUŞTINA JINA KURD JÎNA EMÎNÎ BERTEK ZÊDE DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rêxistinên jinan li bakur û roijhilatê sûriyê kuştina jina kurd Jina jîna emînî şermezar kir her wiha bang li tevahî jinên cîhanê û rêxistinên jinan kir ku li hember kiyarên derheqê jinan de bêdeng nemînin.

Her wiha Jinên minbicê bang li tevahî jinan kirin ku dergê xwe bikin yek û ji bo bidestxistina mafê jinan têbikoşin .

Dewlet û rejîma Îranȇ yek ji wan dewletên ku herî zêde mafȇ jinan nas nake û binpê dike. Li cihê ku jin lê dijîn her dem bi îşkence û kuştinê di bin zext û astengkirina azadiyan de dijîn.

Her dawî 15’ê Îlonê Jina kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên “dijî bê hîcabiyê” hate binçav kirin û îşkence lê hate kirin ,piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Ev yek rastî nerazîbûneke tund ya kurdên Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hate û li dijî kuştina jina kurd jîna xwepêşandan li dar xistin .

Li bakur û rojhilatê sûriyê jî rêxistinên jinan bi tundî kuştina jîna emînî şermezar kirin .

Mala jin a navçeya Til Temrê îro bi daxuyaniyekê bang li tevahî jinên cîhanê û rêxistinên jinan kir ku li hember kiyarên derheqê jinan de bêdeng nemînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku: Li Rojhilatê kurdistanê jinên ku li dijî faşîzmê derî hildidin û daxweza azadiyê dikin îşkence li wan tê kirin û tên girtin, Mînaka wê jî Zeyneb Celeliyan e .

Li mincê jî buroya jin di saziya olî de bi tundî sûcên derheqê jinan de şermezar kirin û gotin : sûcên ku li dijî jinan têne kirin tu urif û lo qebûl nake .

Jinên minbicê bang li tevahî jinan kirin ku dergê xwe bikin yek û ji bo bidestxistina mafê jinan têbikoşin .

Di şoreşa Îranê de jin hêza diyarker e. Niha ji bo pêşîgirtina li vê yekê her cûre êrîşê rewa dike. Lê berxwedana gel û jinan a li hemberî vê polîtîkayê gelekî bi xurtî tê meşandin.

Share This Article