2’YEMÎN KONGREYA MAMOSTEYAN BI HILBIJARTINA HEVSEROKATIYEKE NÛ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
2 Min Read

Kongreya 2’yemîn a Yekîtiya Mamsoteyan ku bi beşdariya 150 mamostyî ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin bi hejmareke pêşinyar û hilbijartina hevserokatiyeke nû ji bo yekîtiyê bi dawî bû.

Bi dirûşma “Bi hewldanên mamosteyan em ê mirov û civakeke azad ava bikin” Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh li bajarê Hesekê kongreya xwe ya Duyemîn bi beşdariya 150 mamostyî ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidarxist.

Di kongreyê de endamê rêveberiya Yekîtiya Mamosteyan a Şedadê El Cirad rapora salê ya Yekîtiya Mamosteyan xwend.

Mamosteyên beşdar jî, rapor, rêbazên xurtkirina têkiliyan di navbera komîn û dibistanan de û astengiyên aborî yên mamosteyan, gotubêj kirin.

Paşê derbarê kar û xebatên Yekîtiya Mamosteyan de sînevizyonek hate pêşandan û rêziknameya yekîtiyê hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.

Kongir bi hejmareke pêşinyar bidawî bû. Ji wan:

Ji bo parastina mafê mamosteyan, Komîteyeke qanûnî ya taybet bê avakirin.

Ji bo gotubêjkirina pirsgirêkên mamosteyan ên di sala perwerdeyê de, lidarxistina konferansekê beriya kongreya giştî.

Vekirina akademiyên îdeolojî û ji bo pêşxistina rewşa aborî ya mamosteyan vekirina koperatîfan.

Serdana mamosteyan ji bo naskirina rewşa wan a malbatî û civakî û têkildarî wan sardanan raporan amade bikin û ji yekîtiya giştî re bişînin.

Bi rêya komînên li her taxekê têkiliyan di navbera mamosteyan de xurt bikin.

Rêziknameya yekîtiyê bê şîrovekirin.

Ji bo pêşxistina perwerdeyê Serdana malên xwendekaran bê kirin û têkiliyên bi malbatan re xurttir bikin.

Di dawiya kongreyê de, Casim El Ebdullah û Norşîn Sîno ji bo hevserokatiya yekîtiyê hatin hilbijartin.

Share This Article