Koçberên kampa Serêkaniyê dibêjin, cejna wan vegera li Serê Kaniyê ye, heta ku ew li warê xwe venegerin, ew bi coşa cejnê hest nakin.
Her wiha bang li rêxsitinên mirovî û civaka navdewletî dikin ku demildest destwerdanê bikin û dagirkeran ji axa wan derxînin.
Ev der kampa Serê Kaniyê ya koçberên Serê Kaniya dagirkirî ye, koçber di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe diborînin.
Li nava kampê ti sîma û nîşaneyên pîrozkirina cejnê xuya nakin, bi gotina koçberan heta ku ew li warê xwe venegerin, ew hest bi çêja cejnê nakin.
Bilindbûna pileyên germayê û qutkirina avê, azarên koçberan zêdetir dike û dibe sedema belavbûna nexweşiyan jî.
Koçberên Serê Kaniya dagirkirî bi tundî rexneyê li bêhelwestiya Neteweyên Yekbûyî dike û banga destwerdana lezgîn dikin.
Piştî dagirkirina Serêkaniyê, xelkên wê bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin û niha beşekî mezin ji wan li kampan dijîn.
Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe yên sînordar alîkariyan pêşkêş dikin, lê bêdengiya hêzên cîhanî û rêxistinên mirovî rewşa koçberan zehmet dike.
