XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA KOBANÊ MIJARA BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi komxebatekê mijara bikaranîna çekên kîmyewî nîqaş kirin .

Her wiha xwendekaran çawaniya piştgiriya gerîlayan û dawî anîna li bêdengiya civaka navneteweyî jî nîqaş kirin.

Karvendan û nerazîbûnên li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan dimeşîne, roj bi roj zêdetir dibin.

Xwendekarên bajarê Kobanî jî li navenda çand û hunera Baqî Xido komxebatek li dar xistin û mijar bi berfirehî nirxandin.

Di komxebatê de sedema bêdengiya civaka navdewletî û çawaniya bi dawîkirina wê jî hatiye nîqaşkirin.

Roja 18’ê vê mehê fermandariya biryargeha navenda parastina gel ragihand ku dewleta Tirk ji 14 nîsanê heta 14 cotmeha sala 2022’yan 2467 caran qadên berxwedanê bombebaran kiriye û di encamê de 27 gerîla şehîd bûne.

Share This Article