KOÇBERÊN KANTONA EFRÎN – ŞEHBAYÊ BEHSA ÊŞA KOÇBERIYÊ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî behsa zehmetî û zirarên ku ji ber koçberiyê dikşînin, dikin.
koçberan diyar kirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê ev du car in ew koçber dibin.

ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser kantona Efrîn û Şehbayê, bi sed hezaran welatî bi darê zorê hatin koçberkirin û berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberiya xweser jî li gor derfetên xwe yên sînordar pêşwazî li koçberan kir û li seranserî herêmê ew bi cih kirin.

koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî behsa zehmetî û zirarên ku ji ber koçberiyê dikşînin, dikin.

Her wiha koçberan diyar kir ku ji ber êrîşên dagirkeriyê ev du car in ew koçber dibin.

Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberan û pêşkêşkirina alîkariyê di her gavê de di nava tevgerê de ye û li gorî derfetan alîkariyê pêşkêş dike.

Share This Article