3 SAL DI SER ŞEHADETA APÊ YUSIF GULO RE DERBAS BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

îro salvegera şehadeta welatparêz, azadîxwaz û evîndarê xaka xwe, apê yûsif gulo ye.
Apê Yusif Di 9’ê Mijdara 2021’an de li Taxa Hîlaliyê yê Qamişloyê ji aliyê balafirên dewleta tirk a dakirker ve ew û herdû neviyên xwe mezlûm û mihemed hatin hedef girtin û şehîd bûn.

Malbata Yûsif Gulo malbatek ,welatparêz û azadîxwaz bû û ji bona azadiyê û jiyaneke bi rûmet, gelek bedelên giranbuha dane.

Girêdayî şehadeta Yûsif Gulo, hevserokê desteya malbatên şehîdan, birîndar û girtiyên şer Rêzan Gulo şehîd yûsif gulo di şoreşa rojava de pêşengî kir û kedeke mezin da meşandin.

Rêzan Gulo di nava nirxandinên xwe de diyar kir ku, dewleta tirk ji welatparêziya şehîd yûsif gulo ditirsiya lewma ew bi rengekî hovane ew şehîd xist.

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên hovane de hemû rêbaz û çekên qirêj li dijî gelê Kurd bi kar tîne, da ku pêşengên kurd yên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin têk bibe.

Share This Article