Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, di çarçoveya spasdarî û teqdîrkirina endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo xebata wan a bêwestan de, serdanek meydanî li hejmarek xal û bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariyê kir.
Hevserokên Meclisa Rêveber û Desteya Hundirîn a Kantona Cezîrê, hejmarek rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û desteyên Rêveberiya Xweser, di serdanê de amade bûn.
Di serdanê de, hewldanên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di betlaneyên Noel û Sersalê her wiha di rewşa hewaya sar de jî ji bo misogerkirina ewlehiya welatiyan kirine hatin destnîşankirin.
Rêveberiya Xweser û Desteya Hundirîn spasiya fedakariya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û sebira wan di pêkanîna erkê xwe de anîn ziman.
