Her sal weke vê mehê, gelê Efrînê bi hesetke kêfxweş, berê xwe didan nav zeviyan û berhêmên xwe yên zeytûnê kom dikirin.
Lê ji ber koçberiya bi darê zorê, ev 6 sal in ew ji wê kêfxweşiyê bê par in û çavên wan li rêya vegerê ye.
Dara Zeytûnê ji bo Efrîniyan, belgeyek e ku ji hemû belgeyên kesane yên din, wek nasname, lênûsa malbetî û rûpelên milkiyetê bihêztir e.
Belkî tişta ku herî zêde Efrînî li warê koçberiyê heserta wê dikşînin, wêneyên darên zeytûnê ne ku îro di bin destên dagirkeran de ne û rastî şewitandin, qutkirin û birînê tên.
Bi nêzhatina demsala komkirina berhemên zeytûnan, Rojava TV nêrînên koçberên Efrînî yên li Helebê dimînin girtin û hestên wan veguhest.
Koçberên Efrînê tekez dikin ku, çendîn dem û dewrana dagirkeran dirêj bike, wê ti carî Efrîn ji wan re nemîne, Efrînî xwediyên efrînê yên resen in.Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ji roja dagirkirina efrînê ve, sûcên herî qirêj ên li dijî mirovahiyê û jîngehê dikin.
Bi hezaran dar li ber çavên dunyayê hatin birîn û şewitandin. Efrîna ku bi rengê xwe yê keesk dihat naskirin veguherandin çoleke zûha û bêber.
