LI KOBANÊ JI BO NEWROZÊ DEST BI XEMLANDINA BAJÊR HAT KIRIN

Rojava Tv
0 Min Read

 

Komîteya çalakiyan a bajarê Kobanê, bi nêzhatina Cejna Newrozê dest bi xemilandina bajêr kir û têketina bajêr bi al û wêneyan dagirt.

Komîteyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD`ê, YPG`ê, YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û alên Kongra Star daliqandin.

Her weha li qadên sereke yên bajêr pankartên bi dirûşmeya “Bi rihê yekitiya netewî em ê agirê Newrozê geş bikin” bilind kirin.

Share This Article