BI BONEYA NEWROZÊ LI HELEBÊ PANELEK HATE LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

li Helebê Partiya Yekîtiya Demokrat bi boneya nêzhatina cejna Newrozê panelek bi durişma Newroz roja vejîna buhara azadiyê ye, li dar xist .
panel bi amadebûna endamên saziyên sivîl û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk yên Helebê,hate lidarxistin .
di panelê de endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Helebê Welîd Bekir axivî û destnîşan kir ku Newroz wê bibe roja azadiya Rêber Abdullah Ocalan.
beşdaran jî tekezî bi bilindkirina asta têkoşînê heta bidestxistina azadiya rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd , kirin.

Share This Article