LI TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ KAMPANIYAYEKE PAQIJIYÊ HAT DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevhariya Komîn û meclîsên taxan kampaniyeke paqijiyê lidar xist.

Kampaniya ji taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya welatiyên herdu taxan, endamên komîn û Şaredariya Gel dest pê kir.

di kampaniyayê de rê û kolanên taxan hatin paqijkirin û broşorên ji bo hişyariya li ser paqijiyê hatin belavkirin.

beşdarên kampaniyayê diyar kirin ku paqijî mijareke serekeye di her welatan de û divê her kes ji bo paqijiya welatê xwe berpirsyar be.

Share This Article