Şêniyên Herêma Firatê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, îro xwepêşandaneke girseyî li dar xistin.
Xwepêşandan bi beşdariya nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Tevgera Cwanên Şoreşger û welatiyên herêmê ji Qada Jina Azad dest pê kir.
Xwepêşandêran dirûşmeyên ku pesnê xweragirî û têkoşîna Rêber APO didin, berz kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Xwepêşandan li rex Dibistana Şehîd Seydo veguherî mitîngê û li ser navê Tevgeray Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin.
Di axaftinan de hate gotin, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, dê ciwanên herêmê asta têkoşînê bilind bikin.
