Da ku Debara Jiyana xwe bikin, Xelkên Şehbayê û Koçberên Efrînî, karê Çandiniyê dikin.
Koçberên Efrînî dibêjin ku Dorpêça Hikumeta Şamê barê wan girantir dike.
Hikumeta Şamê dorpêçeke giran li dijî kantona Şehbayê ferz kiriye û rê li pêşiya derbaskirina madeyan qut kiriye.
Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker bi domdarî bi top û çekên giran êrîşî kantonê dike.
Li gel van şertên şer û dorpêçê Xelkên Şehbayê û Koçberên Efrînê, bi Çandiniyê debara jiyana xwe dikin.
Koçberên Efrînî dibêjin, da ku em debara malbata xwe bikin em di nava zeviyên Çandiniyê de kar dikin.
Li aliyekî din Koçberan gotin ku Dorpêça Hikumeta Şamê Barê wan girantir dike.
Koçberên Efrînî ku di Kamp û Malên Nîvwêrankirî de li Şehbayê dijîn, bi biryardariyeke xurt li ber xwe didin û dibêjin, heya vegera li Efrînê ew ê asta têkoşînê blind bikin.
